Li Colemêrgê qedexe

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bo dema mehekê, lidarxistina xwepêşandan û mîtîngan hat qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê daxuyaniyek belav kiriye û li gorî wê daxuyaniyê, ji 16 Îlonê heta 15 Cotmehê, lidarxistina xwepêşandan û meş û mîtîngan, vedana çadiran û hemû coreyên çalakiyan qedexe ne.

Di wê daxuyaniyê de, behsa biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya derbarê danîna qeyûman li şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê hatiye kirin û amaje bi wê yekê hatiye dan, ku ji bilî wan çalakiyên ku parêzgar û qayîmqam moleta encamdana wan didin, hemû coreyên çalakiyan bo dema 30 rojan qedexe ne.

Derbarê sedemên qedexekirina çalakiyan de, Parêzgarê Colemêrgê eşkere kir, ku armanca wan ji vê biryarê parastina mal û canê xelkê navçeyê ye.

Li aliyekê din Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihandiye, ku li Colemêrgê di navbera hêzên ewlekariyê yên wî welatî û gerîlayên PKKê de şer derketiye.

Li gor wê daxuyaniyê, di encama pevçûnan de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

PKKê derbarê wê pevçûnê de ti daxuyaniyek nedaye.

 

Siyaset Haberleri

Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan
Tom Barrack: Divê herêm pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin