Li Colemêrgê qedexe

Li 5 deverên li navend û navçeyên Colemêrgê qedexe hat ragihandin.

Li 5 deverên li navend û navçeyên Colemêrgê qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li 5 heremên ku dikevin çarçova navenda bajêr û navçeyên Şemzînan, Çelê, Gever û bajarokê Rûbarok ên bi ser wê parêzgeha Bakûrê KUrdistanê ve,  bo heyama 15 rojan ew dever, ‘heremên taybet ên ewlekariyê’ hatine îlankirin û qedexeye ku welatî di wê heyama destnîşankirî de bêyî destûr bikevin wan deveran. Qedexe îşev saet 12.00an dest pê dike.


 

Di daxuyaniyê de sedema ragihandina qedexeyê li ser wan deveran jî weke hebûna hêzên PKKê hatiye nîşandan û hatiye gotin ku ji bo ‘parastina can û malê’ welatiyan hemû tedbîr hatine girtin.


 

Zanyariyên berfireh derbarê wan deverên ku hatine qedexekirin de li ser malpera fermî ya Parêzgariya Colemêrgê hatine belavkirin.

 

Siyaset Haberleri

Rohnkirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, derheq daxuyaniya Kongreya Azadiya Îranê li ser şer
Sardar Group: Karên me yên li Kurdistanê ji sedî 50 kêm bûne
Mesrûr Barzanî: Em dê xizmetkariyan bigihînin tevahiya deverên Herêma Kurdistanê
Li Hewlêrê 4 dron hatin xistin
ALMATA - ‘Êdî Kurd dîroka xwe dinivîsin’