Li Çiyayê Cûdiyê bi hezaran berû hatin çandin

.

Li quntara Çiyayê Cûdiyê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, bi hezaran berûyê daran hatin çandin.

Çalakî bi dirûşma "Tovên hêviyê yên paşerojê" û bi beşdariyeke berfireh hat lidarxistin.

Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, li gundê Kûnserayê yê li quntara Çiyayê Cûdiyê ev çalakî organîze kir.

Kampanya di çarçoveya pêngava “Berûyekê kom bike, berûyekê biçîne” de pêk hat.

"Em dê her roj vî karî bikin"

Di çalakiyê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û gelek welatî amade bûn.

Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bal kişand ser parastina xwezayê û got:

"Em di biryara xwe ya parastina jiyan û xwezayê de bi biryar in.

Ev çalakî ne tenê ji bo îro ye, em dê her roj vî karî berdewam bikin û hêviyê şîn bikin."

"Zerereke mezin digihê xwezayê"

Endamê platformê Fadil Tay jî sedema hilbijartina Çiyayê Cûdiyê rave kir.

Tay diyar kir ku li wê herêmê ji ber santralên termîk zerereke mezin digihê xwezayê û bangî her kesî kir ku bibin yek.

Fadil Tay wiha axivî, “Armanca me çandina tovekî hêviyê ye. Bila her kes li cihê lê dijî, tovên hêviyê biçîne."

Piştî daxuyaniyan, beşdarên ji her temenî bi hezaran berû bi axê re gihandin.

Çalakî di nav coşeke mezin de û bi stranên Kurdî bi dawî bû.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin