Li cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê ji 151 milyon kesî derbas kir

.

Li gor amarên herî dawî, li cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) ji 151 milyon kesî derbas kir. 

Li gor amarên herî dawî, li cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) ji 151 milyon kesî derbas kir û yekem haleta Koronaya Hindî li Fransayê hat dîtin.

Li gor amaran, hejmara pêketiyên Koronayê 151 milyon û 234 hezar kes in û heta niha hejmara miriyan jî li seranserê cîhanê gihiştiye zêdetirî 3 milyon û 182 hezar kesan.

Li aliyê din, ajansa nûçeyan AFP eşkere kiriye; yekem haleta Koronaya Hindî li Fransayê hatiye tomarkirin. Ev di demekê de ye ku di 24 demjimêrên borî de li Hindistanê zêdetirî 386 hezar haletên pêketina Koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha li Herêma Kurdistanê jî, li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, heta niha zêdetirî 150 hezar kes bi Koronayê ketine û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 4 hezar û 16 kesan.
 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir