Li Bursayê piştgiriya Amedsporê: Alayên kesk û sor li avahiyan hatin daliqandin

.

 Komeleyên Amediyan ên ku li bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê çalak in, ji bo piştgiriya tîma Amedsporê li avahiyên xwe alayên bi rengên kesk û sor daliqandin.

Komeleyan ragihand ku Amedspor ji bo wan "nirxekî çandî û civakî ye" û ew dê di her platformê de li gel tîma xwe bin.

Li bajarê Bursayê yê ku hejmareke zêde ya Amediyan lê dijîn, hezkirin û piştgiriya ji bo Amedsporê her ku diçe zêde dibe.  

Komeleyên navçeyên cuda yên Amedê yên li vî bajarî, bi mebesta piştgirî û dayîna moralê ji bo tîma xwe, avahiyên komeleyên xwe bi alayên mezin ên Amedsporê xemlandin.

"Amedspor nûnertiya nasnameya me dike"

Komeleyan di daxuyaniyeke hevbeş de tekeziyê li ser yekrêzî û piştgiriya ji bo Amedsporê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amedspor ne tenê klûbeke werzîşê ye lê nûnertiya nasname û çanda herêmê dike.

Nûnerên komeleyan di daxuyaniya xwe de got:

“Em dê her tim li gel tîma bajarê xwe Amedsporê bin.

Em bi hêza yekker a werzîşê bawer dikin û têkoşîna rengên kesk û sor wekî têkoşîna xwe dibînin.

Wekî Amediyên li Bursayê dijîn, em dê di her qadê de li ser piştgiriya xwe ya ji bo tîma xwe bidomin.”

Ew komeleyên ku alayên tîmê daliqandine ev in:

Komeleya Çûngûşiyên Amedî ya Bursayê

Komeleya Kirmasirtiyan a Amedî ya Bursayê

Komeleya Farqîniyên Amedî ya Bursayê

Komeleya Hênêyiyên Amedî ya Bursayê

Komeleya Pasûriyên (Qulp) Amedî ya Bursayê

Komeleya Bismilliyên Amedî ya Bursayê

Komeleyan di dawiya daxuyaniya xwe de bangî hemû alîgirên Amedsporê yên li her navçeyekê kir da ku bi biryardarî xwedî li tîma xwe derkevin.

Ev çalakî di demekê de ye ku tîma Amedsporê heta niha çendîn caran di maçên xwe yên li bajarê Bursayê yên li gel Bursasporê de, ji aliyê alîgirên wê tîmê ve rastî êrişên nijadperest hatibû.

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin