Li Brîtanyayê Partiya Karkeran bû desthilat

.

Li Brîtanyayê Partiya Karkeran 410 kursî standin û bû desthilat. Hejmara kursiyên Partiya Mihafezekar a ku desthilat bû jî daket 131ê.

Li Brîtanyayê Kamaraya Ewaman bi hilbijartinan diçe parlamentoyê û doh endamên wê hatin hilbijartin.

Kamaraya Ewaman ji 650 kursiyî pêk tê û bi giştî 4 hezar û 515 namzedan rikeberî kir.

Hilbijartinan doh saet 07:00an (bi dema Hewlêrê saet 09:00) dest pê kir û saet 22:00yan (bi dema Hewlêrê saet 00:00) qediyan.

Li gorî encamên ku heta niha hatine, Partiya Karkeran 410 kursî standin û bi ferqeke zêde bû yekem.

Partiya Mihafezekar a Rishi Sunak a ku berê 365 kursiyên wê hebûn tenê 131 kursî standin û bû duyem.

Partiyê Reform UKyê ya ku ji rasgirên fanatîk pê tê 13 kursî, Partiya Lîberal a Demokrat 61 kursî, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê 10 kursî û Partiya Keskan jî 2 kursî standin.

Feryal Clark bû parlamenter

Di van hilbijartinan de du namzedên Kurd jî hebûn.

Li gorî encamên destpêkê Jina Kurd Yasemîn Etrûşî nebûye parlamenter lê Feryal Clark bûye parlamenter.

Feryal Clark ji Meletiya Bakurê Kurdistanê ye û ji lîsteya Partiya Karkeran bûbû namzed.

Siyaset Haberleri

EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be
Îlham Ehmed: Serok Barzanî piştgiriya yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike