Li Brîtanyayê belemeke koçberan binav bû: 6 kes xeniqîn

.

Li Kanala Îngilîzî ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de belemeke koçberan binav bû, herî kêm 6 koçberan canê xwe ji dest da.

Hêzên Deryayî yên Fransayê ragihand ku bi dehan koçber di belemê de bûne.

Herwiha amaje pê hate kirin ku û ew koçber ji Fransayê ber bi Brîtanyayê ve diçûn.

Hêzên Deryayî yên Fransayê diyar kir ku tîman 54 koçber rizgar kirine û hinek koçber jî winda ne.

Di operasyona rizgarkirinê de 5 keştiyan, helîkoptereke Fransayê û 2 keştiyên Brîtanyayê cih girtiye.

Hêzên Deryayî yên Fransayê ragihand ku keştî ji ber hewaya xirab û pêlên bilind binav bûye.

Kanala Îngilîzî rêyeke avê ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de ye û yek ji rêyên herî qelebalix ên koçberan e.

Li gorî Hikûmeta Brîtanyayê, ji sala 2018an ve zêdetirî 100 hezar koçberî di Kanala Îngilîzî re çûne Brîtanyayê.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê