Li Brîtanya ciwanekî kurd hate kuştin!

Serokê saziya Lûtke ya karûbarên koçber û penaberên herêma Kurdistanê kuştina ciwanekî Brîtanyayê ragehand.

Serokê saziya Lûtke Arî Celal ji BasNewsê re ragehand, duh 16.09.2019ê ciwanekî kurd ê bi navê Î.K.H yê temen 17 salî di dema ku berevanî li keçekî hevala xwe de, ji aliyê çend kesekan ve bi kêrê hatiye kuştin.

Arî Celal ragehand, bûyer li pêş xwardingeha KFC ya Londonê pêkhatiye û herçend polîs û tîmên tenduristiya lezgîn zû jî geheştin cîhê bûyerê û ciwanê kurd bilez rakirine jî, lê ji ber birîna wî giranbû jiyana xwe ji dest daye.

BASNEWS

 

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin