Li Bexdayê rojnamegereke Amerîkayî hat revandin

.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li Bexdayê rojnamegereke biyanî ji aliyê hinek kesên nenas ve hatiye revandin.

Hêzên ewlehiyê di operasyoneke lêgerînê de karî yek ji gumanbaran bigire.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê, vê êvarê rojnamegereke biyanî ji aliyê çend kesên nenas ve hat revandin.

Yekser hêzên ewlehiyê li ser bingeha agahiyên hûr ên îstîxbaratî û şopandina meydanî, dest bi operasyona girtina kesên ku rojnamegerê revandiye kir.

Navê rojnamegerê Shelly Kittleson e û bi eslê xwe Amerîkayî ye.

Otomobîla wan qulibî

Wezareta Karên Navxwe amaje bi wê yekê kir ku di dema şopandinê de hêzên ewlehiyê karî otomobîla kesên reviyayî dorpêç bikin.

Wezaretê da zanîn dema ku wan hewl daye birevin otomobîla wan qulibiye.

Hêzên ewlehiyê yek ji gumanbaran girt û dest danî ser otomobîla ku di tawanê de hatibû bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin, "Hewlên ji bo dîtina gumanbarên din û rizgarkirina rojnamegera revandî didomin."

Wezareta Karên Navxwe her wiha ragihand ku lêpirsînên ji bo eşkerekirina hemû hûrgiliyên bûyerê didomin û dê rêkarên yasayî li beramberî hemû kesên ku destê wan di tawanê de heye werin standin.

"Em rê nadin ewlehî were têkdan"

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê hişyarî da û ragihand:

"Rê nayê dayîn ku ti hewl ji bo têkdana ewlehiyê yan armancgirtina mêvanên biyanî were kirin.

Hêzên me yên ewlehiyê bi hişyarî û bi tundî dê li dijî binpêkaran bisekinin û wan radestî dadgehê bikin."

Li gorî agahiyan, rojnameger jin e û Amerîkayî ye. Ew îro êvarê li Kolana Seedûnê ya li navenda Bexdayê hatiye revandin.

Shelly Kittleson salên dirêj e li Îtalyayê dijî û li gel ajanseke nûçeyan a Îtalyayê dixebite.

Kittleson her wiha wekî rojnamegereke serbixwe ji bo gelek malper û dezgehên medyayê yên wekî Al-Monitorê jî kar dike.

Kurdistan Haberleri

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay da roja 20.06.2026ê di konferansa ku li Ruhayê li dar ket
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Roja bavan pîroz be
Girtiya Kurd Kejal Rehmanî 2 hefte ne di grevê de ye: Rewşa wê xirab e
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 210 efser mezûn dibin
Bi dronê êrîş li mala Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî hate kirin