Li Bexdayê bi moşekan êrîşî Balyozxaneya DYAyê kirine

.

Li Bexdayê, paytexta İraqê bi moşekan êrişî Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) kirine. Balyozxaneya DYAyê li Herêma Kesk a Bexdayê ye.

Li Bexdayê, paytexta İraqê bi moşekan êrişî Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, denge êrişê li hin herêmên din yên Bexdayê jî hatiye bihîstin.

Hatiye diyarkirin beşek ji moşekan li avahiyên ku nêzikî Herêma Keske, ketine. Hin dîmenên derbarê êrişê de li ser medya civakî hatine belav kirin.

Hukumeta İraqê: 8 moşek hatine bikaranîn

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Tora medyayê ya Ewlehiyê ya Hikûmeta Iraqê, bi 8 moşekan êrişî Herêma Kesk(Balyozxaneya DYAyê) kirine. Piraniya moşekan li avahiyên herêmê ketine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji moşekan yek li Herêma Kesk li xala kontrolê ketiye û di encamê de leşkerek birîndar bûye.

Balyozxaneyê rastiya êrişê erê kiriye

Balyozxaneya Bexdayê ya DYAyê daxuyanî daye û rastîya êrişê erê kiriye. Balyozxaneyê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku moşekên di êrişê de pêkanîne ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ya balyozxaneyê ve hatine îmha kirin.

Muqteda es- Sedr: Divê li Bexdayê rewşa awarte were ragihandin

Mûqteda Sedr, Rêveberê Tevgera Sedr jî ragihandiye ku ew daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike rewşa awarte li Bexdayê rabigihîne û tenê sûpa bikarbîne bo parastina xelkê sivîl û kesên dîplomat.

Herweha Sedrî gotiye ku ew amade ye hemahengiya emnî bike bo cîbicîkirina rewşa awarte.

Sedrî bang li parlamentoyê kiriye û gotiye ku erkê parlamentoyê ye danûstandina ligel Balyozxaneya Amerîka bike “bo sînordarkirina dagirkeriya Amerîka û destêwerdana li karûbarên Iraqê.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin