Li Besrayê 9 kes hatine kuştin û 93 kes birîndar in

Desteya Mafên Mirovan a Iraqê amara qurbaniyên xwepêşandanên çend rojên bihorî yên li parêzgeha Besrayê aşkere kir.

Îro Pênşembî 6ê Îlona 2018, Desteya Mafên Mirovan a Iraqê bi daxuyaniyekê amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li Besrayê ragihand.

 

Di daxuyaniya xwe de, Desteya Mafên Mirovan a Iraqê diyar kir, ku di xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî de 9 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine kuştin.

 

Heman desteyê herwiha daye xuyakirin, ku di aloziyên navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de, 93 kes jî birîndar bûne.

 

bi aliyekî din bi fermana hikûmet û artêşa Iraqê ve, hatûçûna li bajarê Besrayê ya başûrê Iraqê hate qedexe kirin. 

Qedexekirina hatûçûnê bo ragirtina xwepêşandanên xelkê parêzgeha Besra ye ku dijî nebûna xizmetên serekî yên jiyanê nerazîbûnên xwe ragehandin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê