"Li Berlînê buroya xwe vekir"

Ji bo em xebatên xwe yên dîplomasiyê xurt bikin û rewşa li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî rast ji gelê Almanya re ragihînin, me pêwîstî bi vekirina buroyekê dît

7.05.2016- Li gor ANFê nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava yê Berlînê Sîpan Îbrahîm li merasîmê axivî û derbarê armanca vekirina buroyê de wiha got: 

"Ji bo em xebatên xwe yên dîplomasiyê xurt bikin û rewşa li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî rast ji gelê Almanya re ragihînin, me pêwîstî bi vekirina buroyekê dît. Em ê hewl bidin di navbera Rêberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û Almanya de her tim têkiliyeke baş bi rê ve biçe. Em ê krîza li Sûriyeyê, penaberî û mijarên din bixin rojevê. Em ê ji gelê Elmanya re vebêjin ku li Rjoava Kurd, Ereb û gelên din bi biratî dijîn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê beriya niha li paytexta Rûsyayê bajarê Almanyayê Moskow û paytextaxta Swêdê bajarê Stockholmê jî nûnertî vekiribû. Li paytexta Komara Çekê Pragê jî niha Nûnertya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) heye.

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'