Li Batman PAKê bîranîna Mele Mistefa Barzanî

Li Teşkîlata Batmanê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi hilkefta 40emîn salvegera wefata Mele Mistefa Barzanî, bîranînek hat lidarxistin.

Bîranîn, bi beşdariya rêvebir û endamên PAKê û Platforma PDKê û welatperweran, li Teşkîlata PAKê ya li Batmanê, îro 2ê Sibatê hat encamdan û bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê û bi xwendina Sirûda Neteweyî Ey Reqîb destpê kir.

Herdu sîyasetvanên Derwêş Akgul û Îbrahîm Guçluyî, behsa jiyan, têkoşîna azadiyê, digel serkeftin û têkçûnan têkoşîna bi biryardar, jidil, hêvîdar ên Mele Mistefa Barzanî kirin.

Piştî vê, Helbestvan Mele Îmadeddîn Yetîz, helbesteke xwe ya li ser Mele Mistefa Barzanî xwend. 

Bîranîn bi xwendina diayên bo şehîdên Kurdistanê û Mele Mistefa Barzanî bidawî bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin
HSD: Em ê hefteya bê serkeftinê beramber DAIŞê ragehînin