Li Barselonayê kiryara terorîstî ya DAÎŞê; 13 mirî 80 birîndar

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik êrîşa terorîstî rûreş kir û sersaxîyê ji gelê Katalonyayê re xwest.

Li Ispanyayê li bajarê Barselonayê li herêma turîstîk a Las Ramlasê di 17ê Tebaxa 2017ê di saet 17.30 de bi wasiteyek ajotîne ser qelebalixê; li gor Wezîrê Navxweyî yê Katalonyayê Joaquim Forn di bûyarê de 13 kes mirine û herî hindik 80 kes jî birîndar bûne.  DAÎŞ berpirsîyarîya kiryarê wergirtiye.

Dihê zanîn DAÎŞ bûyerên terorîstî yên bi vî hawayî li Paris, Nice, London, Berlin û Stockholmê jî li dijî însanên sivîl kiribû û bi sedan kes miribûn.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di hesabê xwêyê twitterê de êrîşa terorîstî rûreş kir û sersaxîyê ji gelê Katalonyayê re xwest.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê