Li bakurrojhilatê Sûriyeyê agirbest hat ragihandin

.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre ragihand ku bakurrojhilatê Sûriyeyê “agirbesteke berfireh” hatiye ragihandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî tevî heyetekê çû Şama paytexta Sûriyeyê.

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre ragihand ku ew bi Mezlûm Ebdî re civiyaye û wan agirbest ragihandiye.

“Ev rêkeftin dê yekser bikeve meriyetê”

Murhef Ebû Qesre ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê belav kir û got:

“Min berî niha bi demeke kurt li paytext Şamê bi Birêz Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir û me li ser agirbesteke berfireh a li hemû enî û xalên belavbûna leşkerî yên li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê li hev kir, ev rêkeftin dê yekser bikeve meriyetê.”

Çi bûbû?

Taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) di bin dorpêça çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê de ne.

Şeva borî şêniyên her du taxan li dijî vê dorpêçê daketin qadan û rastî êrişa çekdaran hatin.

Heta derengê şevê di navbera çekdarên girêdayî Şamê û hêzên Kurdan ên li her du taxan de şer û pevçûn çêbûn.

Kurdistan Haberleri

Şeşo: Îraqê mehekê dem daye komên girêdayî PKKê ku ji Şengalê derbikevin
Komele: Bi 3 dronan êrişî kampa me ya li Sûrdaşê hat kirin
Heyeta HAK-PARê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Reuters: Îranê tenê ji bo du mehên din benzîn û şewat heye
Encûmena Bilind a Îslamî: Êdî ti hincet ji bo hebûna komên çekdar li Iraqê namîne