Li bajarê Wanê balyozxana (konsulxane) Îranê vekirin

.

Piştî hewlên TSO ya bajarê Wanê, Îranê balyozxana xwe li bajêr bi awayekî fermî vekir. Li ser mijarê serokê Oda Sanayi û Bazirganiya Wanê (TSO) Necdet Takva daxwuyanî da.

Takva di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser mijarê daxwuyanî da û hem video belav kir. Takva got:

“Îro ji bo mizgîniyekî bidim we ez di hûzûra we de amade me. Ez bi heyecanim û rojekî dîrokiye. Ji sala 2015an heya niha di rojeva me de heye ku pêdiviya me vekirina balyozxanekî dewleta Îranê heye ji ber em cîranên hevin. Di her platformê de me behsa vêya kir. Rêzdar parêzgerê me yê Wanê Ozan Balcı îro ji min re got ku bi awayekî fermî balyozxana Îranê li Wanê vebûye û ew ji wan re li ciyekî digerin da balyozxane tê de bicîh bibe.

Konsulxaneyên Îranê li bajarê Erzerom û Trabzonê hene. Kesekî ji bajarên din diviya biçûya wan bajaran da pêdiviyên xwe yên bi Îranê re bi fermî bimeşandina. Niha ne hewceye kes herin heya wan bajaran û wê karên xwe yên fermî bi Îranê re li bajarê Wanê biqedînin.”

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin