Li bajarê Sewlawayê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 çekdarên rejîma Îranê hatin kuştin

.

Li bajarê Sewlawayê yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de ya li dijî baregeheke Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, 2  endamên pasdaran hatin kuştin û herî kêm 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê belav kirine, êrîş êvara roja Duşemê, 6ê Cotmeha 2025an, ji aliyê komeke çekdar a nenas ve pêk hatiye. Di encama êrîşê de, endamên Supaya Pasdaran Elîriza Walîzade û Eyûb Şîrî hatine kuştin. Hate ragihandin ku birîndar ji bo dermankirinê rakirine navendên tenduristiyê û rewşa wan hêj ne diyar e.

Ji aliyê din ve, dezgehên medyayî yên nêzîkî Supaya Pasdaran bûyer weke "teqîna bombeyekê li Baregeha Berxwedana Hizbullahê" ya li Sewlawayê bi nav kirin.

Heta niha tu rêxistineke Kurdî berpirsiyariya vê êrîşê li xwe negirtiye.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin