Li bajarê Bielefeld yê Almanya pêşandan jibo Rojava

.

Îro (25.01.2025) nêzî du hezar(2000) kesî ji bo çalakîya piştgirîya Rojavayê Kurdistanê li qada Kesselbrink li Bielefeldê kom bûn.

Meşa piştgirîyê ji Bahnhof dest pê kir û ber bi Berliner Platz berdewam kir. Xwepêşander Alayên Kurdistanê girtibûn  destên xwe û bi sloganên

“Jin, Jiyan, Azadî” û

“Yek e, yek e, gelê Kurd yek e”

ber bi Jahnplatz ve dimeşiyan.

Dengê girseya xwepêşanderan qada Bielefeldê tije kir û hêza yekîtiya gelê Kurd nîşan da. Kurdên ji Herford, Gütersloh, Detmold, Bad Salzuflen, Lemgo û ji bajar û gundên biçûk yên derdorê li Kesselbrinkê kom bûn.

Me li qada xwepêşandanê gelek nas, dost û hevalên xwe dît. Me bi hev re sloxanên,

“Yek e, yek e, Kurdistan yek e.”

Bijî berxwedana Rojava!

Terorîst Colanî!

Xwepêşandan bi awayekî aşitiyane bi dawî bû.25.01.2026

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan