Li Amêdiyê bi roketê êrişî xala Pêşmergeyan hat kirin

.

Li navçeya Amêdiyê ya Dihokê, bi roketê êrişî xala Pêşmergeyan hat kirin û di encamê de kesek birîndar bû.

Nûçegihanê Rûdawê Eyub Nesrî ji bo şopandina şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de li Amêdiyê bû.

Eyub Nesrî ragihand ku Hêzên Pêşmerge li deverên Amêdiyê ji bo rê li hatina leşkerên Tirkiyeyê bigire çend xalên leşkerî danîne.

Bi gotina Eyub Nesrî, îro bi roketê êrişî yek ji wan xalên li nêzîkî gundê Sergeleyê ku 7 kîlometran li rojhilata navçe Amêdiyê ye hat kirin.

Nûçegihanê me da zanîn ku di encamê de kesek birîndar bû.

Eyub Nesrî herwiha diyar kir ku kesê birîndar bûye şofêrê makîneya kar bû û tîmên tenduristiyê ji bo dermankirinê ew bir nexweşxaneyê. 

Hat zanîn ku birîna wî kesî sivik e.

Di heman demê de Eyub Nesrî da zanîn ku çend kesan jê re gotiye ku ev roket ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatiye avêt lêbelê ev yek ji aliyê Herêma Kurdistanê an jî ji aliyê PKKyê nehatiye piştrastkirin.

Ev nêzîkî mehekê ye rewşa herêmê xerab bûye û di encama êrişên Tirkiyeyê de hin daristanên li herêmê şewitîn.

Eyûb Nesrî got ku ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de hinek deverên sînorî hatine qedexekirin û welatî nikarin biçin wan herêman.

Kurdistan Haberleri

PWKyî Li Amedê Beşdarî Çalakîya Ji Bo Rojîn Kabaîş Bûn
PWK, Şaxa Merdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê, Şaredarîya Qoser ziyaret kir
Saziyên zimên li Wanê dicivin: Stratejî û polîtîkayên nû tên nîqaşkirin
Trump helwesta xwe ya li ser birêvebirîna Xezeyê diyar kir
Hêvîn Silêman: Dorpêça li ser taxên Kurdan berdewam dike