Li Amedê Yekîtiya Zanayên Olî konferansa xwe li dar dixe

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Yekîtiya Zana û Medreseyan (Îttîhadul Ulema) “Hevdîtina 10emîn a Zanayên Olî" li dar dixe.

Bernameya ku li Hola Konferansê ya Kuliyeya Selahedîn Eyûbiyê dest pê kir, dê rojan bidome.

Ji bilî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji Morîtanya, Misir, Îran, Sûriye, Filistîn, Efxanistan, Yêmen, Urdin û Herêma Xweser a Sîncan Uygurê nûner beşdar bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di axaftina xwe ya destpêka bernameyê de anî ziman ku Cîhana Îslamî di serî de meseleya Filistînê, bi pirsgirêkên curbecur re rûbirû ye.

“Ev mesele meseleya maf û hiqûqê ye”

Yapicioglu bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê wiha axivî:

"Pirsgirêka tundiyê zêdetirî 40 salan e ku êşê dide gelê me. Xebat û hewldanên me ji bo bidawîkirina vê yekê û ji nû ve avakirina hiqûqa biratiyê didomîn.

Înşelleh ji bo ku em encameke baş bi dest bixin, tişta ji destê me bê em dê bikin.

Ev mesele meseleya maf û hiqûqê ye. Biratiya me ya ji ber tesîsnebûna hiqûqê, pêk nehatiye, zerer dîtiye.

Bingeha biratiya me ya hezar salî baweriya me ya hevpar e. Ev bingeh saxlem e û berdewamiya biratiya me dê bi vê va girêdayî be."

Di bernameyê da her yek ji Balyozê Efxanistanê yê li Enqereyê Sanîullah Farahmand, ji berdevkên Hemasê Fewzî Barhum li gel Serokê Giştî yê Yekîtiya Zana û Medreseyan Enver Kiliçarslan jî gotar pêşkêş kirin.

Kurdistan Haberleri

Balyoza Îraqê Bêrîvan Doskî: Jina Kurd bi hêza xwe navdar e
Sînem Mihemed: Em Nêçîrvan Barzanî wekî piştevan dibînin
Bangewaziya Rêberê Durziyan: Dorpêçê rakin û mafê çarenûsê misoger bikin
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê li ser HSDyê daxuyanî da
Mezlûm Ebdî: Şandeke me diçe Şamê û HSD dê bibe beşek ji artêşa nû ya Sûriyeyê