Li Amedê ji bo xêra Bavê Teyar simît û ava fêkî hatin belavkirin

.

 Li navçeya Sûrê ya parêzgeah Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji bo xêra Bavê Teyarê ku di êrişa Tirkiyeyê de şehîd ket 600 simît û ava fêkî hatin belavkirin.

Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîmê ku wekî Bavê Teyar tê naskirin 18ê Kanûna Paşîn a 2025an li Bendava Tişrînê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû û roja 19ê Kanûna Paşîn li nexweşxaneyê çû ser dilovaniya xwe.

Xêrxazên li Amedê li navçeya Sûrê ji bo xêra Bavê Teyar 600 simît û ava fêkî belav kirin.

“Zaroktiya min bi fîlmên Bavê Teyar derbas bû”

Tayfur Birtaneyê ku simît belav kirin got:

“Zaroktiya min bi temaşekirina fîlmên komediyê yên Bavê Teyar derbas bû.

Hunermendekî hêja bû û karê xwe bi serkeftî dikir.

Em jî ji doh ve ji bo xêra wî simîtan û ava fêkî belav dikin.”

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne