Li Amedê hevdîtina PAK û PSKê

Li Amedê hevdîtina PAK û PSKê

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik îro(06.06.2016) li Amedê li gel Cîhgirên Serokê Giştî Nuri Sınır û Nurullah Timur, endamên Komîteya Bireveberîya Navendî(KBN) Kutbettin Yildiz, Feyaz Ekmen, Abdurrahman Ecer, Vahit Aba, Ramazan Kahramaner, Serokê Şaxa Amedê yê PAKê Hanefi Turan û endamê PAKê Mustafa Kalpak seredana PSKê kirin.

Serokê Giştî yê PSKê  Mesûd  Tek li gel rêveberên PSKê Bayram Bozyel,Hasan Dağtekin, Suphi Ekinci, Zulkuf Baran pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê jiber seredana PSKê ya li Wezareta Navxwe ya Tirkîyê, pîrozbahîya PSKê kir. Mustafa Özçelik got ‘’Di meşa qebûl kirina partîyên bi navê ‘Kurdistan’ê de PSKê jî kevirekî din danî ser yên heyî. Ew partîyên Kurdistanî yên di doza azadîya Kurdistanê de heta îro li ser esasê meşrûîyetê xebatên xwe meşendine, îro bi van gavan, li gel vê meşrûîyetê,  di warê legal de jî destkeftinên girîng bi dest dixin’’.

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd  Tek jî jiber vê zîyaretê spasîya heyeta PAKê kir û got ‘’ PDKT û PAKê berîya me, karê me hinekî sifiktir kiribûn. Em ji bo  vê xebata we ya ku we berîya me pêk anîbû spasîya we dikin’’

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin