Li Amedê hejmara jinên karsaz di 5 salan de bûye 2 qat

.

Maşallah Dekak

 Li Amedê di nava 5 salan de hejmara jinên ku dikan û kargeh vekirine 2 qat zêdetir bûye.

Li gorî pisporan ev hem pêşveçûna jinan a di nava civakê de nîşan dide û hem jî encama sedemên cuda yên şikestina aboriyê ye.

Nîqaşên li ser ka gelo divê jin bixebitin an na li Amedê berdewam dikin. Hinek welatî piştgiriya xebata jinan dikin û hinek jî li dijî wê derdikevin.

Serap Durgun dibêje, “Bixebitin baş e. Bila jin bixebitin," û Mîhrace Çelebî jî heman fikrê parve dike: “Tabî bila jin bixebitin. Ew ê li malê rûnên çi bikin? Bila bixebitin, bila destê wan di berîka wan de be ne ya di kesekî din de be.”

Li aliyê din, Wedat Atman di wê baweriyê de ye ku “jin di mala xwe de bisekinin baştir e,” û Mewlûd Yilmaz jî dibêje, “Jin jintiya xwe zanibin, mêr jî mêrtiya xwe zanibin baştir e.”

Lê li gorî amaran, di nava 5 salên dawiyê de hejmara jinên ku li Amedê bûne xwedî kar û kargeh 2 qat zêde bûye û ji 1,700î derketiye 3,210an.

Alîkara Sekreterê Giştî ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Meryem Ozdemîr Ok sedema vê yekê wiha şîrove dike:

“Amed û bajarên din ên li herêma me li gorî bajarên Tirkiyeyê di hêla aboriyê de gelek li paş mane.

Gelek nîşaneyên aboriyê vê rastiyê nîşan didin. Lê li Amedê jin li gorî bajarên din zêdetir dikevin nava jiyana çand û hunerê.

Qadên kar têra jinan nake. Gelek jin di karên basît de dixebitin. Ji ber vê yekê gelek jin ji bo ku di karekî basît de nexebitin, dibin xwedî kar.

Yanî ji re kargehan vedikin. Derçûyê çi bin, li gorî wê qadê kompaniyek ji xwe re datînin.”

Yek ji van jinan jî Berçem Kiran e. Piştî 12 salan karkeriya li kompaniyên cuda, niha kompaniya xwe ya sîgorteyê vekiriye.

Xwediya kompaniya sîgorteyê Berçem Kiran dibêje, “Ez ê karê xwe berfirehtir bikim.

Ji ber ku min nû dest pê kiriye ez gav bi gav diçim lê ez ê şaxên xwe vekim. Ez ê li Riha, Colemêrg û Wanê acenteyên xwe vekim.

emû xebatkarên min dê jin bin. Ji xeynî jinan ez ê bi kesî re nexebitim.

Ez cudakarî nakim lê ez bawer im ger jin bi hev re kar bikin dê serkeftinên baştir bi dest bixin.”

Li Amedê 21 hezar û 523 kargeh û dikan hene û ji sedî 14,91ê xwediyên van cihan jin in. Ji van kargehan jî 885 heb tomarîfiroş, 526 heb avahîsazî û 432 heb jî hilberîner in.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Amerîka dixwaze çi alîkariyê pêşkêşî HSD û Pêşmergeyan bike?
"Diyalog tekane rêya misogerkirina yekîtîya Sûrîyê ye"
Namzeda Kurd di hilbijartinên şaredariya Kolnê de bû yekem
Daxuyaniya hejmarek ji rêkxirav û kesayetiyên Rojhilatê Kurdistan li salvegera tervgera Jîna yê
ALMANYA - Kurdan di hilbijartinan de çi kir?