Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da

.

Li Amedê bijîşk Ûgûr Yilmaz, ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da. 
 
Odeya Bijîşkan a Amedê, ragihand ku bijîşk Ûgûr Yilmaz ku di saziyeke tenduristiyê ya taybet de dixebitî, ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye.
 
Odeya Bijîşkan xebera mirina Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi taga “#ÖfkeliyizÇünküÖlüyoruz, #OyalamaDeğilYasa” ragihand.
 
Tevî mirina Yilmaz, li bajêr hejmara tenduristkarên ku ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 18. 

 

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand