Li Amedê avahîyek hate valakirin

Li Amedê, avahîyeke mezin ji ber xeterîya rûxanê, ji alîyê Rêveberîya Bajêr a Hawir û Bajarvanîyê ve hate valakirin.

Avahiya bi navê Dîlan Apartman ku li Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan e, ji 7 qatan û ji 35 malan pêk tê hat valakirin.

 

Yek ji şêniyên avahiyê Hesen Kutlay, di derbarê biryar û valakirina avahiyê de diyar kir ku piştî biryarê, hemû malbatên avahiyê lez dane xwe ku tavilê avahiyê vala bikin.

 

Kutlay got:“Me bala xwe dayê ku ziyan li stûnên avahiyê ketiye, tavilê Şaredariyê agahdar kir. Piştî ku tîma çavdêr a şaredariyê hat û kontrola avahiyê kir, biryar da ku avahî tavilê bê valakirin. Ji ber vê yekê malbatan jî dest bi valakirina avahiyê kir. Em jî bêçar man ku xaniyekî ji xwe re krê bikin da ku mala xwe bar bikin.”

 

Yek ji şêniyê din ê Dîlan Apartmanê Şexmûz Aksa jî diyar kir ku şeva porî polîs hatine mala wan û ji wan re ragihandine ku divê sibehê avahiyê vala bikin.

 

Aksa got: “Avahî, di teqîna Dibistana Polîs de ziyan girtiye. Ji ber ku deriyên embarê girtî bûn ti kes tênegihîştiye ku avahiyê ziyan girtiye. Heta niha me ji xwe re xanî nedîtiye lê divê em avahiyê derbikebin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
HSD: Em ê hefteya bê serkeftinê beramber DAIŞê ragehînin