Li Amedê 128 Salîya Rojamegerîya Kurdî Hat Pîroz Kirin

.

 

Roja 22.04.2026ê  li Amedê bi minasebeta 128 salîya Rroja Rojnamegerîya Kurdî, li Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Diyarbekirê(DTSO) ji alîyê PÊLKURD, PSK, PWK, Vejîn û kesayetên serbixwe ve panelek hat eli dar xistin.

Berpirsê Weşanxaneya Dozê Koroglu Karaaslan moderatorîya panele birêvebir.

Nivîskar û lêkolînerê kurd Seîd Veroj û rojnamvanê kurd Mahmut Bozaslan axaftvanên panele bûn.

Seîd Veroj di mijara xwe de li ser rojnameyên ji 1898 ku di heman demê de destpêka rojnamegerîya Kurdî ye heta 1940an agahdarî da. Mahmut Bozaslan jî behsa kovar û rojnameyên ji 1965ê heta roja îro kir.

Gelek beşdaran li gel têbinîyan pîrsên xwe kirin û panelîstan jî wan bersivandin.

22.04.2026

Rûpela Nû/Amed

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan