Li Almanyayê derbarê zêdetirî 6 hezar welatiyên Tirkiyeyê de biryara girtinê heye

.

Li Almanyayê derbarê nêzîkî 148 hezar kesan de biryara girtinê heye û welatiyên Tirkiyeyê bi 6 hezar û 382 kesan di rêza çarem de ne.

Hat ragihandin ku li Almanyayê ji 1ê Tîrmehê ve nêzîkî 148 hezar kesan bi biryara girtinê tên lêgerîn.

Li gorî bersiva Hikûmeta Federal a ji bo pêşniyarpirsa Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) ya rastgir a tundrew û dijberê koç û Îslamê, hejmara kesên ku di sîstema lêgerînê ya hevpar a polîsên federal û eyaletan de qeydkirî ne û derbarê wan de biryara girtinê heye 147 hezar û 995 e.

Ji wan 128 hezar û 738 kes biyanî, bêwelat an jî kesên ku neteweya wan nediyar in.

Di nav kesên ku neteweya wan diyar e de koma herî mezin bi 19 hezar û 257 kesan welatiyên Almanyayê ne.

Hejmara kesên ku di nav wan de xwedî paşxaneya koçberiyê ne, nayê zanîn.

Polonî di rêza yekem de ne

Li gorî nûçeya DWyê, di nav welatiyên biyanî yên ku biryara girtina wan heye de Romanyayî bi 16 hezar û 281 kesan di rêza yekem de ne.

Li pey wan Polonî bi 12 hezar û 828 kesan û welatiyên Gurcistanê bi 7 hezar û 343 kesan tên.

Hat diyarkirin ku 6 hezar û 382 welatiyên Komara Tirkiyeyê jî di lîsteya kesên lêgerînkirî de ne.

Di daxuyaniyê de agahî nehat dayîn ku biryarên girtinê bi kîjan sûcan ve girêdayî ne.

Hikûmeta Federal: Hejmar "wêneyekî demkî" ye

Hikûmeta Federal da zanîn ku hejmara kesên ku ji ber biryara girtinê tên lêgerîn, li gorî 1ê Nîsanê hinekî kêm bûye.

Wê demê hejmara kesên dihatin lêgerîn 148 hezar û 515 bû.

Hikûmetê bal kişand ser wê yekê ku hejmarên di dîrokên diyarkirî de wêneyên demkî ne û biryarên girtinê yên heyî her roj bi girtina gumanbaran an jî derxistina biryarên nû yên girtinê diguherin.

Li aliyê din, dema ku li ser bingeha salane tê nihêrîn, tê dîtin ku hejmara biryarên girtinê bi giştî zêde bûye.

Wekî mînak, sala 2020an 93 hezar û 700 biryarên girtinê hebûn, heta sala 2023yan ev hejmar derket 148 hezar û 700î, par jî ev hejmar daket 131 hezar û 300î.

Kurdistan Haberleri

Amerîkayê hin cezayên nû li ser Îranê sepandin
42 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas bûn
Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê: Divê Kurd li Sûriyeyê bibin hevparekî çalak
Serok Mesûd Barzanî: Heta ku zîhniyeta şovenîst û înkarê hebe Îraq ti carî aram nabe
Qeyûmê Şaredariya Wanê 7 astengdar ji kar derxist