Li Almanya Saziya Hunerî ya Kurdî hat demezrandin

Bi armanca rêxistin û sûdwergirtin ji karînên hunerî û girîngîdan bi xebata hunerî û xurtkirina rol û bandora huner, Sazîya Hunerî ya Kurdên Almanyayê hat damezrandin.

Mihemed Hesko/ Almanya-Bamberg Doh yekşemê 09ê Kanûnê li bajarê Bambergê yê Almanyayê, û bi serpereştiya Civata Kurdên Almanyayê, kar û barên konfiransa damezrînera Sazîya Hunerî ya Kurdî bi dawî bû.

Amadebûyên Konfrans gelek cûrên hunerî li xwe girt. "Şanoger, dengbêj, şêwekar, wênegir, derhêner û mûzîkjen" tê de amade bûn.

Wek tê zanîn, ev çalakî bi serpereştîya Civata Kurdên Almanya bi rêve çû, û konfirans sibeha roja înê dest bi karên xwe kiribû. 

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê