Li nahiyeya Bicîlê ya navçeya Akrê ya Dihokê 2 dron hatin xistin.
Birêvebirê nahiyeyê ragihand ku dron ji aliyê balafirên şer ve hatine têkbirin û ti zererên wan çênebûne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, demjimêr 05:00ê sibêhê li gundên Guzar û Ziravokê yên nahiyeya Bicîlê 2 dron ketin.
Şêniyên herêmê dibêjin ku dema dron ketin, wan dengê balafirên şer li asman bihîstiye û her wiha wan kêliya ketina parçeyên dronan tomar kiriye.
Dron li asman hatine teqandin
Birêvebirê nahiyeya Bicîlê Beşar Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û ragihand:
"Ew her du dron ji aliyê balafiran ve li asman hatine teqandin.
Pişt re parçeyên wan li gundên Guzar û Ziravokê ketin."
Beşar Mihemed li ser zererên wê destnîşan kir ku ketina parçeyên dronan ti zererên canî yan jî madî li pey xwe neanine.