Li Afganîstanê şer: 9 kes hatin kuştin

Li navçeya Şolgara ya parêzgeha Belh a li bakurê Afganîstanê, di şer û pevçûnekî çekdarên Talîbanê û parazvanên ser bi hêzên ewlehîya Afganîstanê de 9 parazvan ango cerdewanan jîyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê ewlehîya Şolgara Sayed Arif Îqbalî, ji çapemenîyê re daxuyanî da û ragehand çekdarên Talîbanê êrîşî binkeyekî parêzvanên li gundê Dalan ya ser bi Şolgara kirin û piştî êrîşê şer û pevçûn derket.

Herwaha Îqbalî dîyar kir di pevçûnê de 9 parêzvanan jîyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bune.

Îqbalî dîyar kir di pevçûnê de windahîyên çekdarên Talîban jî çêbûne û êrîşa wan jî hat têk birin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê