Xwendekarên li Ewropayê êdî ji sîstema perwerdeyê, kêmbûna mamosteyan û bihabûna jiyanê gelekî aciz bûne û daketine kolanan.
Li gelek welatên mîna Fransa, Belçîka, Îtalya, Albanya û Spanyayê ciwan ji bo mafên xwe û perwerdeyeke baştir berdewam li qada û kolanan in.
Nerazîbûnan destpêka payîzê li polên bê mamoste yên Parîsê dest pê kir.
Tişta ku wekî nerazîbûneke biçûk dest pê kiribû îro li seranserê Ewropayê bûye nerazîbûneke mezin a civakî.
Bi sed hezaran ciwan û xwendekar ji ber xirabiya sîstema perwerdeyê, giranbûna lêçûnên jiyanê û birîna budceyan li kolanan in.
Tevî gaza rondikrêj, ava şîd û desteserkirina bi hezaran kesan, nifşê nû yê Ewropayê naxwaze bi paş ve gav biavêje.
Xwendekaran li hemberî desthilatdaran serî hildaye.
Pênc paytext di bin dûmana gaza rondikrêj de ne û polîs bi dar û ava şîd bersiva welatiyên nerazî didin.
Fransa
Daxwaz: 10 milyar euro
Nerazîbûnan 17ê Îlona 2026an li dibistana amadeyî ya Saint-Exupery ya li herêma Creteilê dest pê kir.
Xwendekaran ji ber kêmbûna mamosteyan û xirabiya polan deriyê dibistanên xwe girtin.
Pêla dijwar a germayê kêmasiya avahiyên bê sîstema sarkirinê nîşan da û hêrsa xwenîşandaran dest pê kir.
Di 6ê Çiriya Pêşîn de xwenîşandanên li Parîsê gihîştin lûtkeyê.
Nêzîkî 450 hezar xwendekar û mamoste bi dirûşma ‘Pêşeroja me nedizin’ daketin kolanan.
Wan xwest ku ji bo sektora perwerdeyê 10 milyar euro werin terxankirin û diyar kir heta ku ev pere neyên terxankirin ew dê bend û astengiyan ranekin.
Hikûmetê ji bo sekinandina nerazîbûnan biryara tayînkirina 3 hezar mamosteyên nû da lê xwenîşander dibêjin ev têr nake.
Heta niha nêzîkî 10 hezar kes hatine desteserkirin û 400 dibistan hatine girtin.
Berdevka Yekîtiya Xwendekarên Neteweyî ya Fransayê Sabrine Karbakhyê got, "Em ji wan re dibêjin ku em gavan paşve navêjin. Heta ku 10 milyar euro neyê dayîn em nasekinin."
Belçîka
Ji 835an bû 1194 euro
7ê çiriya pêşîn li bajarê Liegeyê ku piraniya wê bi Fransî diaxive, heqê salane yê zanîngehan ji nişka ve derket 1200 euroyî.
Vê yekê şokeke mezin çêkir û xwendekarên ku bi karekî kêmdahat dikarîn bixwînin, di şevekê de li hemberî girtina deriyê zanîngehan man.
Her wiha kirêya cihê xwendekaran jî zêde bû.
Di navbera hêzên ewlehiyê û xwendekaran de alozî derket.
Tenê li wî bajarî zêdetirî 100 xwendekar hatin desteserkirin.
Îtalya
"Pere ji bo dibistanan ne ji bo şer"
Di 14ê Çiriya Pêşîn a 2026an de li Îtalyayê nerazîbûnan rûyekî bi temamî siyasî û radîkal girt û ciwanan nerazîbûna xwe li hemberî hikûmeta Giorgia Meloni nîşan da.
Bi gotina wan, hikûmet bi milyaran euroyan ji bo budceya leşkerî û kirîna çekan terxan dike lê di heman demê de banê dibistanên wan hildiweşe û laboratuvarên wan ên zanistî nînin.
Di 16ê Çiriya Pêşîn de li 50 bajarên cuda xwenîşandan hatin lidarxistin.
Bi deh hezaran xwendekar di bin navê "Roja bê Meloni" de daketin kolanan. Wan li dijî xebitandina xwendekaran a bêpere di şîrketan de nerazîbûn nîşan da û xwest ku pere ji bo sektora perwerdeyê bê xerckirin.
Albanya
Hêrsa li dijî gendelî û hejariyê
Nerazîbûn 14ê mehê gihîştin Albanyayê jî. Ev der bû şahidê dîmenên herî tund ên nerazîbûnê.
Xwendekaran avahiya Wezareta Perwerdeyê û ofîsa serokwezîr dan ber keviran.
Hêrsa wan ji wir tê ku hikûmet projeyên turîzmê yên bi milyaran euroyan ji bo biyaniyan pesend dike lê hevkariya darayî ji bo xwendekaran tune ye.
Xwendekaran ji ber birîna budceya perwerdeyê û xerckirina pereyan a ji bo projeyên giranbiha nerazîbûn nîşan dan.
Wan daxwaza nûjenkirina beşên şevînmayînê û kêmkirina kirêya xaniyan kir.
Li pênc bajaran xwendin rawestiya.
Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama got, "Destên derve li pişt vê yekê ne ku naxwazin Albanya di nav aştiyê de be. Naxwazin welatê me bi pêş ve biçe."
Spanya
1200 kon hatin vedan
Li Madrîdê, ev bîst roj in zêdetirî 1200 konan dilê paytextê dagir kiriye.
Ev yek piştî wê qewimî ku derxistina jineke temenmezin ji mala wê û mirina wê welat ber bi hilbijartinên pêşwext ve bir.
Lê xwenîşandanên xwendekaran ên li welatên din ên Ewropayê, bûn sedema yekgirtina xwendekar û çînên din ên Spanyayê jî.
Hêrsa li dijî têkçûna sektora perwerdeyê û giraniya kirêya xaniyan bû yek.
Xwendekaran daxwaza budceyeke zêdetir a ji bo perwerdeyê û kêmkirina qerebalixiya polan kir.
Li welatekî ku kirêya mehane ji sedî 98,7ê meaşê ciwanên jêr 30 salî dadiqurtîne, wekî Parîs û Tîranayê êdî nifşekî bi tevahî baweriya wî bi sozên desthilatê nemaye. (RN)