Roja Yekşemî 22ê Pûşpera 1404 a Rojî, li 36emîn salvegera terorkirina rêberê zanayê Kurd “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” de 10 rêkxiravên mafê mirovî bi belavkirina daxuyaniyekê ragiahndin: Dema vê hatiye ku parastîbûna rêjîma Îslamiya Îranê bê şikandin û rêkarên navnetewî bêne bikaranîn.
Wan rêkxiravan li vê daxuyaniyê de tevî bilindragirtina yada qurbaniyên vê terorê, daxwaza hewldana lezgîn, yasayî û navnetewî bi armanca dawîanîn bi parastîbûna eşkere ya rêjîma Îslamiya Îranê li pirsên terorê de kirine.
Li vê daxiyaniyê de hatiye ragihandin ku terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî bi pêka yasayên navnetewî, nakeve nav warê derbasbûna dem û heta dema ku sedemên vê terorkirinê, piştevanîkirina hikûmî hebe û parastî bin, tawan bi dawî nehatiye û dibe lipeyketin bo bê kirin.
Li beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Otrîş wek cihê encamdana vê kiryara terorîstî, tevî hebûna belgeyên zaf, kesên cihê guman ên bikerê vê tawanê, vegerandine Têhranê, ev hewla, binpêkirina eşkere ya biryarnameyên Ortîşê bi pêka belgeyên dijeterorê, binyatên rêgirêkirin li bidarvekirinên xoserane û beşên “6, 13 û 14” ên peymannameya mafên yasayî û medenî ye.
Ev 10 rêkxirav, terorkirina “Dr. Qasimlo” li bajarê Viyenê, bi pêvajoya rêkxisinkirî ya jinavbirina cudabîran li derveyî Îranê binav kirine û ragihandine ku bêdengî û encamnedana ti karek ji aliyê dewleta Otrîş û civaka cîhanî ve, ev peyama da komara îslamî ku terorkirin li axa Ewropayê de ti nirxdanek bo wan nîne.
Li dawiyê de ragiahndine ku daxwaziya wan, çalakkirina lezgîn a mikanîzma navnetewî bo lipeyketin bo bikerên vê terorê ye, da ku ev dosye vegerê ser rêya dadperwerane.
Ev 10 rêkxirav, ev in: “Damezraweya Ebdulrehman Burûmend, Navenda Bergirîkerên Mafê Mirovî, Navenda Belgeyên Mafê Mirovî li Îranê, Rêkxirava Mafê Mirov li Îranê, Komeleya Mafê Mirovî ya Kurdistan-Jinêv, Tora Mafê Mirovî ya Kurdistanê, Gurûpa mafê Mirovî ya Belûçistanê, Resanek, Rêkxirava Mafê Mirovî ya Ehwazê û Rêkxisrava Mafê Mirovî ya Kurdpayê.