Li 21 parêzgehan operasyona DAIŞê: 357 kes hatin desteserkirin

.

Piştî şerê li Yalovayê ku 3 polîsan canê xwe ji dest da, vê sibehê li 21 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî DAIŞê operasyonên hevdem hatin lidarxistin û 357 tohmetbar hatin girtin û desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û ragihand ku operasyon li Edene, Agirî, Enqere, Antalya, Çewlîg, Çorum, Denîzlî, Erzingan, Dîlok, Giresun, Stenbol, Kastamonu, Kilîs, Konya, Mugla, Nîgde, Osmaniye, Riha, Şirnex, Yalova û Wanê hatine lidarxistin.

Yerlîkaya eşkere kir ku operasyon bi kordîneya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Terorê û Serokatiya Îstixbaratê hatine kirin.

Berê di daxuyaniya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatibû dayîn de, hatibû diyarkirin ku di operasyonên navend Stenbol li 3 parêzgehan hatine kirin de ji 110 tohmetbarên hatine desteserkirin, pêwendiya 41 kesan bi êrişa Yalovayê re heye.

Di daxuyaniyê de hatibû tomarkirin ku îstixbarat heye tohmetbar dikarin roja sersalê hewla êrişê bidin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî daxuyandibû ku di operasyona li dijî DAIŞê de 6 jê welatiyên Tirk, 17 tohmetbar hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya eşkere kiribû ku 29ê Kanûna Pêşîn di pevçûna operasyona DAIŞê ya li Yalovayê de 3 polîs mirine.

Yerlîkaya ragihandibû ku di heman pevçûnê de 6 çekdarên DAIŞê yên welatiyên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Di bûyerê de 8 polîs û parêzvanek jî birîndar bûbûn.

Wezîr Yerlîkaya got ku 5 jin û 6 zarok jî bi saxî hatine derxistin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç daxuyandibû ku Serdozgeriya Komarê ya Yalovayê bi 5 dozgeran lêpirsînek daye destpêkirin û 5 tohmetbar hatine desteserkirin.

Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ragihand ku derbarê bûyerê de "qedexeya weşanê ya demkî" hatiye danîn.

Operasyon çawa bi rê ve çû?

Alî Yerlîkaya diyar kir ku operasyona li Yalovayê li gorî dema herêmî demjimêr 02:00an dest pê kiriye.

Hat diyarkirin ku operasyona li Yalovayê parçeyeke operasyona berfireh e ku li seranserê Tirkiyeyê li 15 herêman li 108 navnîşanan hatiye kirin.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, operasyonê 8 demjimêran ajot.

Di vê maweyê de carinan dengê çekan hat bihîstin.

Axaftineke polîsan a li gel kesên li hundir ku li ser berdana zarokên di malê de ye jî di medyaya Tirkiyeyê de cih girt.

Di daxuyaniya piştî temambûna operasyonê de hat gotin ku 6 zarok bêyî ku birîndar bibin ji malê derketine.

Destûr nehat dayîn ku welatiyên sivîl û wesayît bikevin herêma pevçûnê ku gaza xwezayî û elektrîk lê hatibûn qutkirin.

Walîtiya Yalovayê ragihand ku li 5 dibistanên li herêmê îro navber dane perwerdeyê.

Kurdistan Haberleri

Heybet Helbûsî wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin
TUÎK: Di 5 salan de 308 hezar kesan ji Wanê koç kiriye
Trump gef li Îranê xwar
Rekora 26 salan: Almanyayê bi qasî 726 milyon euroyan çek firotine Tirkiyeyê
Li Laziqiyeyê şer û pevçûn: Kuştî û birîndar hene