Letîf Reşîd û Serokê Dadgeha Federal civiyan: Divê pirsgirêka mûçeyan bê çareserkirin

.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokê Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê Dadwer Casim Mihemed Ebûd, îro 15ê Hezîranê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Komara Iraqê, di hevdîtinê de Serokomar Reşîd tekezî li ser "dîtina çareseriyeke dawî ji bo pirsgirêka dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li gor destûr, yasa û biryarên Dadgeha Federalî" kir.

Herwiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, Serokê Dadgeha Federalî jî piştrast kiriye ku "pêwîst e krîza mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li gorî yasayê were çareserkirin."

Ev hevdîtin û daxuyanî di demekê de ne ku Wezareta Darayî ya Iraqê heta niha jî mûçeyê meha Gulanê yê mûçexwarên Herêma Kurdistanê neşandiye.

Kurdistan Haberleri

Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat
Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê çavkaniya hêz û îlhama xebata rizgarîxwaziya gelê me bû
Şervanekî Kurd hat revandin û serê wî hat jêkirin
Kurd Kavê ji bo şopandina çalakiyên li Stenbolê sepanek çêkir: Kurdistanbul
Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îraqê li Hewlêrê civiyan