Komek xwendekar li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi serperiştiya mamosteyekî xwe, li ser bikaranîna zimanê Kurdî ya di tabelayên bazirganî de lêkolînek kir.
Li gorî encamên lêkolînê, zimanê Kurdî di rêza sêyem de cih girtiye.
Serperiştyarê lêkolînê diyar kir ku ew dê vê xebatê li hemû bajaran berfireh bikin û armanca wan ew e ku hemû tabela bibin Kurdî.
Ev lêkolîn ji aliyê xwendekarên pola 11an a Amadehiya Junior a li Silêmaniyê ve hatiye kirin.
Xebat di navbera dawiya meha Kanûna Paşîn û destpêka meha Sibata îsal de hatiye kirin.
Serperiştyarê lêkolînê Sefer Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Xwendekaran hemû kar bi awayekî meydanî kirine.
Wan wêneyên 425 tabelayan girtine û amar li gorî vê yekê hatine amadekirin, ne bi awayekî amator."
Pêngava 'Bike Kurdî'
Plana mamoste û xwendekaran ew e ku di paşerojê de malperekê vekin.
Ew dixwazin di bin navê "Bike Kurdî" de ji bo bipêşxistina zimanê Kurdî bixebitin.
Sefer Mistefa her wiha da zanîn ku lêkolîn ji bo diyarkirina rêje û şêwaza bikaranîna zimanê Kurdî ya di reklamên bazirganî yên li ser dikan û navendên firotinê de hatiye kirin.
Lêkolînê navenda bazirganiyê, kolanên sereke û taxên xizan, navîn û dewlemend li xwe girtiye.
Rêza zimanan a li ser tabelayan
Li gorî encamên lêkolînê, li ser tabelayan rêjeya herî zêde û rêza yekem a zimanê Îngilîzî ye.
Di rêza duyem de tabelayên ku tê de çend ziman bi hev re hatine bikaranîn cih digirin.
Ew tabelayên ku bi temamî bi Kurdî hatine nivîsandin di rêza sêyem de cih girtiye.
Her wiha tabelayên ku navê wan Îngilîzî ye lê bi tîpên Kurdî hatine nivîsandin, di rêza çarem de ne.
Sefer Mistefa destnîşan kir ku piştî çalakkirina malperê, ew dê heman amaran ji bo tabelayên bazirganî yên li Hewlêr, Dihok, Helebce û Kerkûkê jî kom bikin.