Plastîk êdî di pîsatiya (gûyê) zarokên nûbûyî de jî tê dîtin.
Li gorî lêkolîneke nû, eger hilberîna plastîkê bi vê leza îro berdewam bike, dibe bandorên wê yên li ser tenduristiya mirovan di siberojê de bibin du qat.
Plastîk hema bêje di her qadê de tê bikaranîn: Di ambalaj, mobîlya yan jî kincan de.
Her wiha wekî materyalê avahiyan, di berhemên bijîşkî û lastîkên otomobîlan de jî tê bikaranîn.
Lê belê, encamên serfkirina me ya plastîkan êdî li her derê tên hîskirin.
Bermayiyên plastîk gelek caran tevlî xwezayê dibin û ji wir digihin axê yan jî okyanusan.
Li wir ekosîsteman xera dikin. Her wiha li her derî dibin parçeyên herî piçûk ên ku wekî mîkroplastîk û nanoplastîk tên binavkirin.
Îro mîkroplastîk ne tenê di hewayê, axê, deryayên kûr an jî qeşayên Arktîkê de ne, di nav organîzmayên zindî de jî hene.
Mîkroplastîk di laşê mirov de jî hat tespîtkirin: Di xwîn, pişik, mejî û heta di pîsatiya pêşîn a zarokên nûbûyî de.
Serfkirina plastîkê ya gerdûnî bi lez zêde dibe
Lêkoleran emîsyonên (gazên ku belav dibin) ku di tevahiya dewra jiyanê ya berhemên plastîk de derdikevin holê xistin bin çavdêriyê.
Di vê yekê de ji derxistina petrola xam û gaza xwezayî ya ku plastîk jê tê hilberîn, heta bi pêvajoya hilberînê, barkirin, vegerandin (recycling) û ji holê rakirina bermayiyan hemû qonax hene.
Di her yekê ji van gavan de, gazên serayê, parçeyên hûr û kîmyewiyên zererdar derdikevin holê ku rasterast an jî bi rêya encamên germbûna gerdûnî, bandoreke neyînî li tenduristiya mirovan dikin.
Li gor Rêxistina Hevkarî û Bipêşketina Aborî (OECD), serfkirina plastîkê ya gerdûnî heta sala 2060î dibe ku bibe sê qat.
Ev jî tê wê wateyê ku bandorên neyînî dê zêdetir bibin.
Xebateke nû ya ku di kovara pisporiyê The Lancet Planetary Healthê de hatiye weşandin, li gorî şêwazê birêvebirina plastîkê ya di siberojê de, van bandoran di şeş senaryoyên cihê de dide ber hev.
Lêkoler di her senaryoyê de li rewşa sala 2040î dinêrin.
Plastîk dibe sedema windakirina çend salên jiyanê?
Di hesaban de pîvera DALYê hatiye bikaranîn.
DALYek, saleke jiyanê îfade dike ku ji ber mirinê hatiye windakirin an jî ji ber nexweşiyê bi tenduristî nehatiye jiyîn.
Lêkoler ji aliyekî ve texmîn dikin ku di sala 2040î de dê her sal çi qas plastîk hebe, ji aliyê din ve jî hesab kirine ku li gorî mêjera plastîkê, mirovahî dê di sala 2040î de bi egereke mezin çend salên jiyanê winda bike.
Ev projeksiyon nîşan didin ku mêjereke diyar a plastîkê, bi xwe re çi qas emîsyonên zererdar ji bo tenduristiyê tîne.
Di nav van emîsyonan de, qirêjiya hewayê ya bi parçeyên hûr heye ku dema barkirina berhemên plastîk derdikeve.
Emîsyonên karbondîoksîdê (CO2) yên ku di dema derxistina petrola xav û gaza xwezayî yan jî hilberîna plastîkê de çêdibin jî di nav de ne.
Her wiha kîmyewiyên jehrî yên ku di dema hilberînê de yan jî ji bermayiyên plastîk diherikin jî hatine hesibandin.
Tîma lêkolînê, sala 2016an wekî xala destpêkê wergirtiye. Mirovahiyê wê salê ji ber mêjera plastîkê ya li cîhanê nêzîkî 2,1 milyon salên jiyana tendurist winda kirine.
Di senaryoya yekem de, hatiye qebûlkirin ku heta sala 2040î her tişt wekî îro bimîne.
Di vê rewşê de, hejmara salên jiyanê yên windakirî li gorî sala 2016an zêdetirî du qatan zêde dibe: Di sala 2040î de 4,5 mîlyon DALY derdikevin holê.
Di senaryoya herî xweşbîn (pozîtîv) de, plastîk kêm tê bikaranîn, vegerandin zêdetir dibe û birêvebiriyeke bermayiyan a ji ya îro baştir tê sepandin.
Tevî vê yekê jî di sala 2040î de windahiya mirovahiyê dê bibin 2,6 milyon salên jiyana tendurist, ev jî li gorî sala 2016an hîn nîv milyon zêdetir e.
Plastîk: Yek ji çavkaniyên sereke yên qirêjiya hewayê
Walter Lealê ji Zanîngeha Zanistên Sepandî ya Hamburgê ji bo senaryoya "her tişt wekî xwe dimîne" vê nirxandinê dike:
"Windabûna zêdetirî çar milyon salên jiyana tendurist ku ji bo sala 2040î tê texmînkirin, ji bo her mirovekî li ser rûyê erdê tê wateya windabûna nêzîkî pênc saetan ji tenduristiya tam."
Li gorî Lealê ku ne di nav vê xebatê de ye, plastîk di tevahiya dewra jiyanê de dibe sedema nêzî ji sedî 4,5ê emîsyonên gazên serayê yên ku mirov dibin sedem.
Her çi qasî ev rêje ji emîsyonên hilberîna enerjiyê yan jî çandiniyê kêmtir be jî barê tenduristiyê yê ku ji ber plastîkê çêdibe, parçeyekî giring ê barê qirêjiya hewayê ya giştî ye.
Emîsyonên plastîkê: Tenê rîskên tenduristiyê yên tên dîtin
Lêkoler diyar dikin ku ji ber kêmasiya amaran, wan nikariye hemû bandorên tenduristiyê yên ku plastîk dibe sedem, têxin nav xebatê.
Ji ber vê yekê bandorên neyînî yên mîkroplastîk û nanoplastîkan ên li ser tenduristiya mirovan nehatine hesibandin.
Bi heman awayî, encamên gengaz ên kîmyewiyên ku di dema bikaranîna berhemên plastîk de belav dibin jî nehatine hesibandin.
Megan Deeneya ku yek ji nivîskarên xebatê ye ev agahî dane DWyê:
"Belgeyên heyî nîşan didin ku divê em demildest bikevin nav tevgerê lê dîsa jî hilberîna plastîkê û qirêjiya plastîkê li seranserê cîhanê bi lez zêde dibe."
Çima divê kêm plastîk bê hilberîn û çima nayê kirin?
Tîma lêkolînê balê dikişîne ser wê yekê ku rîskên tenduristiyê bi awayê herî bibandor tenê bi kêmkirina hilberîna plastîkên nû dikarin bên kêmkirin lê belê divê plastîk ne tenê bi materyalên din bê guhertin.
Li şûna wê, divê bi giştî serfkirin kêm bibe, berhemên plastîk ên nehewce neyên hilberandin û pergalên "gelek-bikaranînê" bên sepandin.
Divê heta mumkin be bi tenê berhemên plastîk ên "bêalternatîv" werin bikaranîn û kîmyewiyên xeternak ji hemî materyalan bên derxistin.
Di rewşeke îdeal de, ev gav divê di asta navneteweyî de bi peymaneke gerdûnî ya plastîkê ya ku tevahiya dewra jiyanê ya plastîkê li xwe digire û ji aliyê hiqûqî ve werin kordînekirin.
Lê peymaneke bi vî rengî sala çûyî bi ser neket.
Di Lûtkeya Plastîkê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku sala 2025an li Cenevreyê hat sazkirin de her çi qasî welat li ser pirsgirêka bermayiyên plastîk hevfikir bin jî welatên mezin ên hilberînerên petrolê rê li ber peymanekê girt ku dê hiberîna plastîkên nû kêm bike.