Ziyanên lehî, baran û birûskê li Başûrê Kurdistanê zêde bûn.
Heta niha 3 kesan canê xwe ji dest daye ku yek ji wan zarokeke 9 salî ye.
Li gorî agahiyan, tenê li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê 12 kes birîndar bûne.
Qeymeqamê Çemçemalê Remk Remezan got, "Nêzîkî 500 malan zerer dîtiye."
Bavê zaroka ku li Leylanê xeniqîbû jî ji Rûdawê re got:
"Min ew bir dibistanê û nîvro anî, nan xwar û dersên xwe kirin, li çemekî nêzîkî mala me xeniqî."
Ziyanên lehiyê
Li navçeya Çemçemalê ya ku 66 kîlometreyan dûrî navenda Silêmaniyê ye, zerereke mezin çêbû û du welatiyan canê xwe ji dest da.
Qeymeqamê Çemçemalê Remk Remezan li ser ziyanên lehiyê ji Rûdawê re got:
"Du welatiyên me canê xwe ji dest da, em tûşî bûyereke nexwestî bûn.
Heta niha 12 kes jî birîndar bûne lê rewşa hemû birîndaran baş e."
Xeynî ziyana canî, zerereke mezin a madî jî gihişt xelkê.
Remk Remezan li ser ziyana madî ya xelkê got:
"Zerereke bêhejmar gihişt xelkê. Tenê li Çemçemalê 500 malan zerer dît.
Ev xeynî nav bazarê û saziyên fermî yên wekî tapû, pasaport, rewşinbîrî, qeymeqamî û perwerdeyê ye."
Ji bo paqijkirina bajêr û alîkariya xelkê pêdivî bi amûran heye.
Qeymeqamê Çemçemalê diyar kir, "Pêdiviya me bi tîman nîne, bi amûran heye. 7 amûr ji Kerkûkê gihiştin."
"Zêdetirî 100 dikanan zerer dît"
Qeymeqamê Çemçemalê Remk Remezan beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir:
"Zêdetirî 100 dikanan zerer dît û 5 saziyên hikûmetê jî zerermend bûn."
Tora Medyayî ya Rûdawê di rûmala xwe de dîmenê gelek mal û cihên ku zerer dîtine nîşan da.
Ji xeynî 500 malan, 100 depo û marketan jî zerer dîtine.
Nûçegihanê Rûdawê yê li Çemçemalê ragihand, "Depoyeke tije xwarin ku çend otomobîl jî tê de bûn di bin avê de man."
Xwediyê depoyê Mîkaîl bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê da û got:
"Nêzîkî 2 milyon dolar zerera min heye. Ji xeynî xwarin û kel û pelan, 2-3 otomobîl jî tê de di avê de man."
Depo 6 metreyan di bin erdê de ye û tije av bûye. Xelkê ku ji bo alîkariya Mîkaîl hatibû bi dînamoyan av ji jêrzemînê derdixist.
Mîkaîl got, "Gelek eşya tê de bûn, tenê bi bihayê 150 hezar dolarî çay tê de bû."
Ew welatî li ser sedema lehiyê jî got:
"Rast e karesat xwezayî ye lê destê qesdî jî tê de heye. Li Baniya Meqanê her der kirine vîla û rêyên sereke girtine, loma av hat wan deran û rêya derbasbûna avê hat girtin."
Qeymeqamê Çemçemalê li ser qerebûkirina ziyanpêketiyan jî got:
"Daneyên hûrgilî li ber destê me nînin, em li bendê ne ku birêvebirên nahiyeyan ji gundan jî raporan bidin me."
Piştî lehiya li Çemçemalê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrî, Alîkarê Serokwezîr û Serokkomariya Îraqê peyamên hevxemiyê şandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand:
"Di vê rewşa nexwestî de em piştgiriya xwe ya temam ji bo xelkê Çemçemalê û ziyanpêketiyên lehiyê ducare dikin.
Aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin ku bi hawara mexdûran ve biçin û hemû hewlê bidin ji bo parastina can û malê welatiyan û pêşkêşkirina alîkariya pêwîst."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî diyar kir:
"Min wezaretên pêwendîdar û îdareya xwecihî erkdar kirine ku bi hawara mexdûran ve biçin û her alîkariya ku pêwîst be pêşkêş bikin."
Qeymeqamê Çemçemalê da zanîn ku Qubad Talebanî pêwendî kiriye û hemû piştgiriya xwe ji bo Çemçemalê nîşan daye.
Her wiha Serokkomariya Îraqê jî daxuyaniyek belav kir û xwest ku aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal bi Herêma Kurdistanê re hevahengiyê bikin ji bo piştgiriya kesên pêdiviya wan pê heye.
Bavê zaroka ku di lehiyê de mir: Wê dersên xwe kiribûn û çûbû ber çêm
Beyar Îsaya 7 salî li gundê Ferqanê yê bajarokê Leylanê ket çemekî nêzîkî mala xwe û xeniqî.
Bavê Beyarê, Îsa ji nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed re got:
"Sibe min ew bir dibistanê û nîvro anî. Nan xwar, nivîsên xwe nivîsandin. Bi du birayên xwe re got em diçin li çem dinêrin. Av kêm bûbû.
Ez yekser çûm ser xanî, min dît birayên wê hene lê ew tune. Ji birayên xwe qut bûbû, nizanim lingê wê şemitî yan çi bû.
Paşê birayê min û kurxalê min termê wê 4 kîlometreyan dûrî malê dît."
Ji xeynî Beyarê, li nahiyeya Şoreşê ya Çemçemalê du welatiyên bi navên Omer Seîd (72 salî) û Bokan Beşaret Şerîf (22 salî) ku xwedî pêdiviyên taybet bû, canê xwe ji dest da.
Kurê Omer Seîd ji Rûdawê re got:
"Bavê min ji ber baran û lehiyê xwe dabû ber dîwarekî, dîwar hilweşiya û canê xwe ji dest da."
Cîranekî Bokan Beşaret jî bi hawara wan ve çûye û wî ji Rûdawê re behsa bûyerê kir:
"Av ji nişka ve hat, di navbera 10-15 xulekan de. Heta min otomobîla xwe derxist, zarok ber bi serê xanî ve hilkişiyan.
Xema min cîranê me bû. Min jinek û keçeke wê malê derxistin lê min nizanibû ew li malê maye.
Du caran min xwest werim avê rê neda, piştî av kêm bû ez çûm malê min dît xeniqiye.
Min hevjîna Kak Beşaret û keçeke wî rizgar kirin lê min nizanibû ew li malê maye."
Li Silêmaniyê betlane hat ragihandin
Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeyê ya Silêmaniyê, zanîngehên Helebce û Silêmaniyê, perwerdeyên Şarbajêr, Seyîd Sadiq û Pêncwênê ji ber baran û lehiyê roja çarşemê ji bo xwendekar û fermanberan kir betlane.
Perwerdeya Giştî ya Silêmaniyê li ser mijarê daxuyaniyek da û got:
"Li ser daxwaza malbatên xwendekaran û piştî şêwirîna bi Parêzgarê Silêmaniyê re, me biryar da ku sibe çarşemê li hemû navendên xwendinê yên fermî û ne fermê yên Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeya Silêmaniyê dewam were rawestandin."
Birêvebirê Giştî yê Perwerdeyê ya Silêmaniyê Nejad Ebdulla ji Rûdawê re got:
"Roja çarşemê li hemû navendên xwendinê yên sînorê me dewam nabe."
Birêvebiriya Perwerdeyê ya Helebceyê jî ragihand, "Çarşemê li dîwana perwerdeyê ya Helebce û hemû navendên xwendinê betlaneya fermî ye."
Qeymeqamiya Çemçemalê jî daxuyand ku li hemû saziyan betlaneya fermî ye, ji xeynî saziyên ku karê wan ê lezgîn heye.
Ji bo xwendina bilind jî Wezîrê Xwendina Bilind ê Herêma Kurdistanê Aram Mihemed ji Rûdawê re got:
"Me desthilat daye hemû zanîngehan ku ji bo silaymtiya xwendekaran eger pêwîst be dikarin betlaneyê ragihînin."
Parêzgarê Dihokê Elî Teter ji Rûdawê re diyar kir:
"Hemû tîmên me 24 saetan amade ne. Li parêzgeha Dihokê ti rewşa nexwestê rû nedaye û her tişt asayî ye."
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw jî ji Rûdawê re got, "Ti sedemek nîne ku bibe betlane, dewam li hemû sazî û navendên xwendinê asayî ye."
Rewşa hewayê û hişyarî
Jûra Operasyonan a Birêvebirina Qeyranan a Wezareta Navxwe hişyarî da:
"Li gorî pêşbîniyên Birêvebiriya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, metirsiya bilindbûna asta avê li navenda Silêmanî, Helebce, Sengaw, Meydan, Qeredax, Bazyan, Derbendîxan, Qadirkerem, Seyîd Sadiq û Xaneqînê heye."
Li gorî daxuyaniya wê jûrê, tê pêşbînîkirin ku şeva sêşemê baran berdewam bike, li hinek deveran nermebaran û li hinek deveran jî barana zêde bibare.
Li Hewlêrê tê pêşbînîkirin ku di navbera 5 heta 10 mm baran bibare û li rojhilatê Hewlêrê li Koye û derdora wê baran zêdetir be.
Li Silêmaniyê di navbera 35 heta 55 mm baran dibare, baran dê gur be û birûsk pê re bin û metirsiya lehiyê heye.
Li Dihokê tenê nermebaran dibare û rêjeya baranê di navbera 2 heta 5 mm de dibe.
Li Kerkûkê jî nermebaran dibare lê Parêzgariya Kerkûkê hişyariyeke lezgîn da gundên li qeraxa Zêyê Biçûk û xwest ku ji ber metirsiya lehiyê ji qeraxên rûbar dûr bikevin.
Li Germiyanê jî tê pêşbînîkirin 50 heta 60 mm baran bibare û metirsiya bilindbûna asta avê heye.
Li Helebceyê 30 heta 40 mm baran dibare. Li îdareyên Raperîn û Zaxoyê jî baran berdewam dike.
Tevî ku lehî rabû, av di bendavan de tê komkirin. Nêzîkî 22 bendav li Herêma Kurdistanê hene û baranê asta avê bilind kiriye.
Birêvebirê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Rehman Xanî ji Rûdawê re got:
"Piraniya bendavên me yên li Germiyan û Silêmaniyê di re rijiyan.
Her wiha bendaveke me ya li Koyeyê di ser re rijiya bû. Ji xeynî wê di Bendavên Dokan û Derbendîxanê de bi dehan metre sêca av hat komkirin."
Rûdaw