Lehî bû sedema mirina 190 kesan

Li Afxanistanê bi sedema barana zêde di nav 10 rojan de 190 kes can dan. Wezareta Afatên (bobelat) Xwezayî ya Afxanistanê ragihand ku li 15 heremên cuda yên welat, bi sedema lehiyê 190 kes can dane û 172 kes jî birîndar bûne.

Li gor rapora wezaretê; di serî de li herêma Parwan, Kapîsa, Pençşîr, Wardak, Nangarhar, Paktiye, Host, Nûristan, Kûnar, Lahman, Bamyan û Gazniyê bi sedema rabûna lehiyê, di nav 10 rojan de 190 kes mirine û 172 kes birîndar bûne. Lehî li 4 hezar malbatan bandora xwe kiriye û 3 hezar malbat alîkariya erzaqê distînin.1.055 xanî zerarê dîtine.

Herêma Parwanê herêma ku herî xesar gihayê û wenda hene ku hêj kes xwe negihandiye cenazeyên wan.

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê