Leaf: Divê aliyê sêyem navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike

.

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf diyar kir, piştî biryara Dadgeha Federal a li ser peymanên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Amerîka tu destwerdanê nake û ew di wê baweriyê de ye ku divê aliyê sêyem navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike û biryara Dadgeha Federal rewşa Iraqê ber bi xerabtir ve dibe.

Barbara Leaf bi daxuyaniyeke rojnamevanî li ser pirsa mijara petrol û gaza Herêmê û biryara Dadgeha Federalî axivî û got: “Di serdana vê mehê de bi Bexda û Hewlêrê, min pêşniyar kir ku her du aliyên nakok ên Hewlêr û Bexdayê, bi navbeynkariya aliyê sêyem, dest bi danûstandinan bikin.”

Leaf eşkere kir: “Çareseriya vê kêşeyê gelek demdirêj bûye û çaverêkirineke mezin li pê wê hatiye û divê ev mijar were çareserkirin û deriyekî yasayî jê re were dîtin û pêwîstiya vê mijarê bi hebûna yasayeke taybet a petrol û gazê heye ji bo çareseriya kêşeyan.”

Di berdewamiyê de da zanîn, ew di wê baweriyê de ye ku peyama wê bi başî gihîştiye Hewlêr û Bexdayê û got: “Ez bawer im serkirdeyên siyasî yên Iraqê li Hewlêr û Bexdayê dikarin mekanîzmayeke nû ji bo gotûbêjkirina vê mijarê bibînin.”

Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf destnîşan kir, Amerîka tu helwesteke yasayî û destûrî li ser wê biryara Dadgeha Federal nîşan nade, lê ev biryar rewşa Iraqê baştir nake.

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin