Lavrov: Rûsya vê yekê qebûl nake

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, Rûsya amajeyên Amerîkayê yên derbarê egera gotûbêja li gel Enîya Nusre ji bo Idlibê, weke cihê neqebûlkirinê dibîne. Lavrov aşkere jî kir ku Rûsya û Tirkîye amadekarîyan dikin bo gotûbêjên derbarê Idlibê de.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê guftugoyên li gel Tirkîyê ragihand, Moskow û Enqere amadekarîyan bo gotûbêjkirina rewşa parêzgeha Idlibê dikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi wê jî kir, “Em hêvîdar in bigihijin rêkevtinekê derbarê çawanîya piştrastbûna li navçeyên kêmkirina girjîyan ku terorîst nekarin bigirine dest.”

Sergey Lavrov herwiha amaje bi rêkevtinên di navbera Rûsya û Tirkîyê de kir derbarê rewşa Idlibê û got, “Di rêkevtinên hatine kirin de, ti kesê garantîyek nedabû dema ku terorîst bikevin nav tevgerê, bersiva wan nayê dayîn. Ji ber wê yekê tiştekî çaverênekirî di vê rewşê de nîne.”

Wezîrê Rûsî got jî, “Terorîstan ji navçeyên ku xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê lê hene, gelek caran êrişî çeperên me û artêşa Sûrîyê kirin, êrişî deverên sivîl kirin.”

Li gor daxuyanîya Lavrov, artêşa Tirkîyê di rewşa Idlibê têdgihije ku hewldanên li wê navçeya kêmkirina girjîyan, li dijî ‘terorîstan’ in.

Sergey Lavrov tekez jî kir ku Rûsya amajeyên Amerîkayê yên derbarê egera gotûbêja li gel Enîya Nusre ku niha navê xwe kirîye Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) , ji bo Idlibê, weke cihê neqebûlkirinê dibîne

Ev daxuyanîya Lavrov di demekê de ye ku artêşa Sûrîyê bi piştevanîya firokeyên Rûsyayê êrişên xwe yên bo ser grûpên çekdar li Idlibê berdewam dike ku hejmareke bajarok û cihên stratejîk li wê parêzgehê kontrol kirine.

Herwiha heta niha hemû hewldanên Tirkîyê yên ji bo razîkirina Rûsyayê ku êrişan bide rawestandin, şikest xwarine.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir