Lavrov: Rûsya dê her tiştî ji bo rûbirûbûna berfirehbûna NATO bike

.

 Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştrast kir ku welatê wî dê her tiştî bike ji bo ku li dijî berfirehkirina xebata NATO li seranserî cîhanê raweste.

Lavrov di civîneke çapemeniyê de got, NATO bi eşkerekirina daxwaza xwe ya berfirehkirina erkê xwe li seranserî cîhanê, lîstikên xeternak dilîze.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê bal kişand ser wê yekê, Rûsya dê her tiştî bike ji bo ku li hember van hewlên NATOyê raweste.

Destnîşan kir: “Belge hene ku plangerên NATO niha bala xwe didin rojhilatê. Ew bi zimanê Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg diaxivin ku divê erkî NATO li herêma Hindo-Pasîfîkê berfireh bibe.”

Herwiha got: “Ev lîstik pir metirsîdar in, em ê her tiştî bikin da ku li hember erkên wiha bisekinin û emê hemû welatên ku hewildanên wiha dirêjî wan dibin, bi van metirsiyan hişyar bikin.”

Amerîkayê û Rûsyayê danûstandinan li ser aramiya stratejîk dikin, piştî Peymana “START-3” ya Kêmkirina Çekên Êrîşên Stratejîk ya ku ji aliyê serokê berê yê Amerîka Barack Obama û serokê berê yê Rûsyayê Dmitry Medvedev ve hatibû îmzekirin, bi dawî bûbû.

Lavrov: NATO bi eşkerekirina daxwaza xwe ya berfirehkirina erkê xwe li seranserî cîhanê, lîstikên xeternak dilîze.

Rojhilta Navîn Haberleri

Îsrail, daxwaza seredana Macron ya ji bo Îsraîlê qebûl nekir
Di teqîna li Belûcistanê de 4 kes mirin û 17 kes birîndar bûn
Sûdanî tekezî li hevkariya bi DYA re kir
"Tiştê li Xezzeyê dest pê kir, divê li Xezzeyê biqede"
Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê