Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin

.

Hat zanîn ku Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî û birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatin desteserkirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku Lahûr Şêx Cengî û 2  birayên wî di şerê Silêmaniyê de hatin desteserkirin.

Birayên Lahûr Şêx Cengî yên ku hatine desteserkirin, Polat Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî ne.

Li gorî heman çavkaniyê Polad Şêx Cengî bi birîndarî hatiye girtin.

Ev desteserkirin piştî nêzîkî 4 saetên şer û pevçûnên li Lalezarê pêk hat.

Dadgeha Silêmaniyê doh biryara desteserkirina Lahûr Şêx Cengî dabû.

Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê avahiya Lalezarê ku baregeha Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ye dorpêç kir.

Hêzên ewlehiyê xwest Serokê Bereya li ser biryara desteserkirinê xwe radest bike lê wî ev yek red kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, derdora saet 03:30ê berbanga îro li nêzîkî avahiya Lalezarê şer û pevçûnan dest pê kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha gelek kes birîndar bûne û behsa kuştina çend kesên din jî tê kirin lê agahiyên derbarê vê yekê de nehatine piştrastkirin.

Li gorî hin vîdeoyên ku gihîştine destê Rûdawê Lahûr Şêx Cengî ji aliyê hêzên komando yên YNKyê ve hat desteserkirin

Kurdistan Haberleri

Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan