Kurdistaneke Konfederalî ji dayik dibe

Herêma Kurdistanê raziye û Mistefa Kazimî jî raziye, heman demê de Amerîkî ji bo çaresekirina kêşeya di navbera Hewlêr û Bexda piştgîriya projeya konfederaliyê dikin

 

Li gor nûçeya malpera Rojevakurd, Jeanine Plasschaert Nûnera Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, piştrast bûye ku Herêma Kurdistan û Iraq nagihin rêkeftineke hevbeş û ji bo wê yekê jî pêşniyar kiriye ku Herêma Kurdistan û Iraq li çarçêweya du dewletan de bi awayeke (Konfederalî) bikarin kar bikin bi serbixwe karên xwe encam bidin.

Ji bo vê mebestê jî li gel Amerîkiyan û berpirsên Kurd û berpirsên yekem û duyemê Iraqê di derbarê vê projeyê de hatiye axaftin û ji bo wan hemûyan jî kêşe nebuye. Herêma Kurdistanê raziye û Mistefa Kazimî jî raziye, heman demê de Amerîkî ji bo çaresekirina kêşeya di navbera Hewlêr û Bexda piştgîriya projeya konfederaliyê dikin û bi konfederaliya Kurdistanê dikarê bi awayeke serbixwe muamele li gel cîhanê bike.

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Bîranîn û berxwedana Kobaniyê li Pêşangeha Şopa Rengan hatin zindîkirin
Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat
Xelîlur Rehman: Em dê ji bo bilinkirina dengê gelên ku nûnertiya wan li NYyê nîne bixebitin