Kurdistan | 13 kesan wefat kir, 1217 kesên din jî bi koronayê ketin

.

 Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de, 13 kesên din bi koronayê mirine û 1217 kes jî pê ketine.

Di daxuyaniya îro 7ê Nîsanê ya Wezareta Tenduristiya Kurdistanê de hat eşkerekirin ku di nav 24 saetên borî de 1217 kes bi koronayê ketine û 13 kesan jî wefat kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku 408 pêketiyên koronayê baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara mirinên ji koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 3 hezar û 756 kesan û ya pêketiyan jî bû 127 hezar û 47 kes.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin