Kurdên Stenbolê bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku ji ber sivikatîkirinên li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê bi awayeke fermî lêborîn ji Kurdan bixwaze. Kurdên Stenbolê dibêjin Leyla Zana, bes siyasetmedareka Kurd niye, şeref û dayika me hemû Kurdan e û di kesayetiya wê de sivikatî li Kurdan hatiye kirin û lewma dewleta Tirkiyeyê divê lêborîn ji Kurdan bixwaze daku kes careke din hizra sivikatiyê neke.
Sivikatîkirina li dijî Leyla Zanayê ji aliyê alîgirên Bursasiporê û qedexekirina Konsera Koma Amed, di rojeva Kurdên Stenbolê de ye. Ew gelek nerazî û bihêrs in û di wê baweriyê de ne ku di kesayetiya Leyla Zanayê de sivikatî li Kurdan hatiye kirin. Divê tawanbar tenê neyên şermezarkirin herwiha divê werin cezakirin jî.
Hin welatî jî dixwazin dewleta Tirkiyeyê bi awayeke fermî lêborîn ji Kurdan bixwaze.
Ji AK-Partiyê û MHPyê heta gelek partiyên çepgir ên Tirkiyeyê sivikatîkirina li dijî Leyla Zanayê şermezar kiribûn û gelek kesayetên siyasî yên diyar ên Tirkiyeyê telefona hevxemî û piştevaniyê bo Leyla Zanayê kiribûn.
Piştî sivikatîkirinên li dijî Leyla Zanayê, Konsera Koma Amedê ya Stenbolê jî hatibû qedexekirin. Gelo ev rasthatin in, an peyamên sîstematîk in, cihê pirsiyarê ye. Di demekê de ku pirs û gumanên li ser pêvajoyê jî ne hindik in.
K24