Kurdên Rojhilat li dijî serdana Zerîf xwepêşandan kirin

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li paytexta welatê Fînlandê, li dijî serdana Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf xwepêşandan kirin.

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li paytexta welatê Fînlandê, li dijî serdana Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf xwepêşandan kirin.

 

Ew xwepêşandan ji aliyê nûneratiyên partiyên endamên Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê ve hatibû rêkxistin. Endam û alîgirên wan 4 partiyan li bajarê Helsînkiyê meşiyan.

 

Xwepêşanderan li dijî Komara Îslamî dirûşm gotin û daxwaz kirin ku welatên Ewropayê alîkariya Îranê nekin.

 

Wezîrê Derve yê Îranê bi serdanekê li welatên Skandînavî ye, û li gel serokomar û wezîrên derve û bazirganî yên wî welatî civiya.

 

Li ser civînên xwe yên bi berpirsên Fînlandê re, Zerîf ragihandiye, civînên wî encamên erênî hebûne.

 

Mihemed Cewad Zerîf piştî Fînlandê serdana welatê Swêdê kir û biryar e serdana Norwêjê jî bike.

 

Medyayên Îranê dibêjin, eger heye Zerîf serdaneke kurt jî bo Fransa hebe.

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin