Kurdên ji bo Soçîyê hatinî vexwendin welatîyên Sûrîyeyê ne, lê ne yên Tirkiyeyê

Bogdanov li ser vexwendina kurdan ji bo Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyeyê ya roja 18ê vê mehê li Soçîyê tê lidarxistin bersîva reaksiyona Tirkiyê da, ku kesên hatine vexwendin welatîyên Sûrîyeyê ne, lê ne yên Tirkiyeyê.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov li ser reaksiyona Tirkiyeyê ya ji bo Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyeyê vexwendina PYDê û hêzên din yên Kurdistanî got ku kesên hatine vexwendin welatîyên Sûrîyeyê ne, lê ne yên Tirkiyeyê.

Tirkiyeyê berî niha nerazîbûna xwe nîşan dabû ku Rûsyayê Partîya Yekitîya Demokratîk (PYD) jî ji bo Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyeyê vexwendîye Soçîyê. Bogdanov afaxtina xwe de got ku “Em her tim ji partnerên xwe yên tirk re dibêjin ku li gor nêrîna me PYD û rêxistinên din ên kurdan ên li Sûrîyeyê, rêxistinên sûrîyeyî ne. Kurdên axaftin li serê dibe welatîyên Komara Ereb a Sûrîyeyê ne, lê ne yên Komara Tirkiyeyê. Ji ber wê yekê, gereke ev her du awir ji hev bêne cudakirin”.

Bogdanov di dawîya axaftina xwe de got ku “Em dihesibînin ku dîyaloga di navbera sûrîyeyîyan de gereke hemû komên etnîkî, mezhebî û olî yên wek kurd, ereb û nûnerên olî û etnîkî yên din jî di nav xwe de bihewîne”.

 

Siyaset Haberleri

Îsraîlê li Sûriyeyê hişyarî da: Em dê rê nedin Tirkiyeyê
Sefîn Dizeyî: Divê Hikûmeta Iraq komên êrîşî Kurdistanê dikin ceza bike
PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne
Amerîkayê ji bo 5 fermandarên Îranê 10 milyon xelat danî
Neteweyên Yekbûyî dixwaze di navbera Amerîka û Îranê de bibe navbeynkar