Kurdên Feylî: Em rê nadin ku mafên me dîsa werin binpêkirin

.

Kurdên Feylî bersiva Parêzgarê Wasit ê berê didin û dibêjin: Daxuyaniyên Mihemed Cemîl Meyahî şermezar dikin ku di derheqê kandîdê serkeftî yê Kurdên Feylî bo Hhilbijartinên parlamentoya Iraqê Heyder Ebû Tara de kiriye.

Serokê Hozê û kesayetiyên Kurdên Feylî duh 21ê Mijdarê di konferanseke rojnamevanî de, bersiva Parêzgarê Wasit ê berê Mihemed Cemîl Meyahî dan.

Herwiha tekez kirin, serkeftina kandîdê wan maf û şayisteya Kurdên Feylî ye û rê nadin ku raya giştî were şêwenadin û careke din mafên wan bên binpêkirin.

Amaje bi wê jî kir, pirs ew e ku kê Mihemed Cemîl Meyah raspardiye ku ku li ser navê Kurdên Feylî biaxive, di demekê de ku ew yekem kes bû ku mafên Kurdên Feylî binpê kir û çend post ji destê me girt, wekî Alîkarê Parêzgarê Wasitê, ku wekî cîgirê wî hatiye hilbijartin."

Herwiha tekez kirin jî, kursiya kota ya Kurdên Feylî, ji bo tevahiya Iraqê ji bakur heta başûr e, ji ber vê yekê nayê qebûlkirin ku tenê li yek parêzgehê deng bidin namzedê kotayê, tevahiya Iraqê bûye yek bazne ji bo dengdana ji bo kursiyên kotayê.

Hat gotin jî, di heşt salên borî de kursiya kotayê li parêzgeha Wasitê hatiye standin û Feylî jî hatine bêparkirin. Ev mijara kursiya kotayê li parêzgeha Wasitê xuya dike ku hin alî aciz kirine, ji ber vê yekê ew şaşiyan dikin û raya giştî dişêwînin.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da
Sîpan Hemo derbarê êrişa li Baregeha Xirab Cirê daxuyanî da