Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan

.

Li bajarên Amûdê û Girkê Legê yên Rojavayê Kurdistanê, bi mebesta piştgiriya Herêma Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên mûşekî û dronî, meşên girseyî hatin lidarxistin.

Li bajarê Amûdê îro 30î Adarê bi sedan welatî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî meşê bûn. Beşdaran êrîşên vê dawiyê yên bi mûşek û dronan ku aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc, bi tundî şermezar kirin. Di meşê de alayên Kurdistanê û dirûşmên ji bo yekîtiya neteweyî û piştgiriya Pêşmerge hatin bilindkirin.

He wiha li bajarokê Girkê Legê jî bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin. Welatiyên bajarê Girkê Legê bi helwesteke niştimanî piştgiriya xwe bo saziyên Herêma Kurdistanê anîn ziman. Çalakvanan destnîşan kir ku ti êrîş nikarin vîna gelê Kurd bişikînin û êşa Başûr, êşa hemû Kurdan e.

Ev çalakiyên li Rojavayê Kurdistanê di demekê de tên ku Herêma Kurdistanê di van rojên borî de rûbirûyî êrîşên dronî û mûşekî yên komên derveyî qanûnê bûye. Kurdên Rojava bi van çalakiyan peyamekê didin cîhanê ku gelê Kurd li hemberî gefan yekdeng e.

(K24) 

Siyaset Haberleri

Senator Fedra: Divê Fransa ji bo Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurdan çalaktir bibe
Civîna Îran û welatên Kendavê ya li ser Tengava Hurmizê hat bipaşxistin
Sûriyeyê dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî pejirandin
Serok Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a leşkerî ya Brîtaniyayê kir
Bîranîn û berxwedana Kobaniyê li Pêşangeha Şopa Rengan hatin zindîkirin