Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî

.

 Adil Mela Salih, ku wekî Hakim Adil navdar e, wekî yekane Kurd di nav nûnerên zêdetirî 20 welatên Erebî û biyanî de bi cilkên Kurdî û alaya Kurdistanê ve, wekî Balyozê Aştiyê yê Herêma Kurdistanê tevlî Kongreya Aştiyê ya Cîhanî li Qahîreyê bû.

Hakim Adil di daxuyaniyeka taybet de ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Ez serbilind im ku bi cilkên Kurdî yên resen û alaya Kurdistanê ve çanda Kurdewarî bi cîhana Erebî û biyanî didim nasîn.”

Navbirî herwesa got: “Min gelek eşkere li beranberî nûnerên 20 welatên Erebî ragihand ku, Rojhilata Navîn aştî û tenahiya rastîn nabîne heta ku ragihandina herdu dewletên Kurdî û Filistînî ji xewnê nebe rastî.”

Hakim Adil di Kongreya Aştiyê ya Cîhanî de li ser referandûmê û xwesteka piraniya reha ya gelê Kurd ji bo serxwebûnê axivî û got: “Min ji kesên amadebûyî re ragihand ku, faktorên derve û navxwe encamên referandûmê rawestandin. Eger ne, ji 90% zêdetir a gelê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê xwe bi "belê" daye.”

Hakim Adil ron jî kir: “Kongreya Aştiyê ya Cîhanî her sal li Qahîreya paytexta Misrê tê lidarxistin. Ev cara sêyê ye ku ez wekî yekane Kurd tevlî wê dibim.” Herwesa got: "Careka din jî baweriya Navenda Aştiyê bi min hat dan, ku ez wekî Balyozê Aştiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê karên xwe di warê karê aştîxwazî û xêrxwaziyê de bidomînim. Herwesa min bi awayekê fermî li ser karê komîteyan, raspardeyan, raportên dawiyê û kongreyê îmze kir."

Siyaset Haberleri

Hoşeng Derwêş: Zêdetirî heft hezar çekdarên biyanî di nav hêzên Sûriyeyê de hene
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê derbarê êrişên li taxên Kurdan daxuyanî da
Sûriyeyê mercên diyaloga bi HSDyê re eşkere kirin
Bîlançoya şerê li Helebê hat ragihandin
Bafil Talebanî li ser êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê peyamek da